Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Rojhilata Ukraynayê Hikûmeta Kiyêvê Rexne Dikin


Qanûndaner û karbidestên ji rojhilata Ukraynayê do Şemiyê rexne li hikûmeta navendî kirin û ew bi paşguhxistina daxwazên rewayî yên xelkê li herêmên ku ketine jêr kontrola mîlîşyayên ser bi Rûsya ve, tawanbar kirin.

Rêberekî rojhilata Ukraynayê got ku referamduma ne fermî ya dawîy hefteya bûrî jibo serxwebûna wê herêmê “viyana gel derbirîn kir.”

Ev rexne hatin li dema gera duwem ji gotûbêjên bi serkêşiya Ewropa ku mebesta wan çareserkirina xirabtirîn krîza Ukrayna ji dema roxandina Yekîtiya Sovyêtê sala 1991ê.

Roja Şemiyê, siyasetmedaran ji rojhilata Ukraynayê daxwaz ji hikûmetê kirin ku bawer bike, beşekî mezin ji xelkê, ji pêvî çekdarên ser bi Rûsya ve, nema hêviyê di hikûmeta demkî ya Kiyêvê de dibînin.

Hikûmeta demkî ya Ukraynayê li Sibata bûrî hate ser desthilatê piştî derkirina Serok Viktor Yanukovych yê ku nêzîkî Mosko bû, piştî çend mehan ji xwepêşandinan li Kiyêvê. Rûsya û gelek kes li rojhilata Ukrayna hikûmeta nû bi wê yekê tawanbar dike ku ew hewil dide mafên kesên Rûsî-axiv li rojhilata Ukraynayê binpê bike.
XS
SM
MD
LG