Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Melayekî Îslamî li Amerîkayê tê Darizandin


Ebû Hemza ligel pasevanekî xwe (arşîv).
Ebû Hemza ligel pasevanekî xwe (arşîv).
Komîteyeke dadweriyê li bajarê New York melayekî Îslamî li Londonê bi revandin û terorê darizand.

Melayê ku bi navê Ebû Hemza tê nasîn, rastî zindankirina heta hetayî tê jiber rola wî di revandin û kuştina tûristên Rojavayî li Yemenê de, hewildana damezrandina kampeke terorîstan li wîlayeta Oregon ya rojavaya Amerîka û şandina mirîdekî xwe bo Afganistanê da ku ligel Talîban rahênanê bike.

Ebû Hemza ji London hatibûn derxistin bo Amerîka. Li paytexta Brîtanyayê, wî serkêşiya mizgeftekê dikir û bi gotarên kînê yên dijî Rojava dihate naskirin.

Çavekî Ebû Hemza kor e û herdu destên wî li Pakistanê hatine jêkirin. Ew îdîa dike ew yek di bûyereke karê xwe wekî endazyar de rûda bûbû.

Melayê Îslamî tawanên terorê red kir. Parêzerên wî daxwaz ji endamên komîteya dadwerîyê kirin ku nehêlin hestên wan bandorê li biryara wan bikin.

Dozgirên hikûmeta Amerîkayî dibêjin, Ebû Hemza derewînek e û pêwîst e endamên komîteyê bi derewên wî neyên xapandin.
XS
SM
MD
LG