Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Hêzên Wê ji Tixûbê Ukrayna Tên Vekêşan


Wezareta Berevaniya Rûsya dibêje 40,000 hêzên wê nêzîkî tixûbê Ukrayna dest bi hilwişandina bingehên xwe kirye.

Herçend e ku alozkarî îro li rojhilata Ukrayna berdewam bûn, lê Rûsya hevtixûb got ku hêzên wê li herêmên Bryansk, Belgorod û Rostov xwe amede kir da vegerênev bingehên xwe li welat.

Karbidestên NATO û hikûmeta Amerîkî got piştî biryara Serok Vladimîr Putin bo vekêşanê,wan çi nîşanên vekêşana dem û dest ya hêzên Rûsya nedît.

Cêgirê Serokê Amerîka Joe Biden di gotarekê de îro li Romaniya got “nabe carek din ku tixûbên Ewropa bi bikaranîna çekan bên guhartin.”
XS
SM
MD
LG