Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka 5 Çînî bi Sîxurîya Sirên Bazirganî Tawanbar Dike


Wezareta Dadê ya Amerîka 5 hemwelatîyên Çînê bi sîxurîya sirên bazirganî tawanbar dike ku dibêje, wan dizîya agahîyên nepenî yên çend kompanîyên Amerîkî kiriye.

Wezîrê Dadê Eric Holder, dîyar kir, ewê li hember dîzîya agahîyên bazirganî bêdeng nemînin û nehêlin xebatên wan kompanîyên bi vê dizîyê re werin sabote kirin.

Hêjayî gotinê ye, ev cara pêşî ye hikûmeta Amerîkî bi eşkereyî vê babetê li bîragiştî tîne ziman. Ev yekem doz e di derbarê sûcên sîber de, li dijî hemwelatîyên welatekî din tê vekirin.

Sala par jî Serok Obama li St. Petersburgê fikarên xwe yên jiibo sûcên sîber ji Serokdewletê Çînê Xi Jinping re anîbûn ziman.

Herwiha Wezareta Dadê ya Amerîka jî sala 2012’an yekîneyeke taybet ya vekolînê jibo tawanên sîber ava kiribû.

Li gor sazîyên îstixbarata Amerîka jiber sîxûrîya sîber salane di navbera 24 û 124 mîlyar dolaran zîyana aborî digeheje Amerîka.
XS
SM
MD
LG