Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Firîngeha ku Joe Biden Deyne Îxbara Bombeyê Hate Kirin


Berîya bi rojekê ku Wezîrê Derve yê Amerîka Joe Bîden serdana Qibrisê dike, li firîngeha Larnaka îxbara bombeyê hate kirin ku ew îxbar jî bêbingeh derket.

Wezîrê Amerîkî Bîden û şandeya pilebilind ya hikûmeta Amerîka serdana Qibrisê dike
ku çav li rê bû li balefirgeha Larnaka dakevin.

Lê jiber îxbareke bêbingeh ya bombeyê tê ragihandin ku plana daketina Wezîr Biden hatîye guhertin.

Piştî vekolînên polîsên Qibrisê derket holê ku îxbara bombeyê bêbingeh e û jiber sedemên ewlekarîyê dibe ku Joe Bîden û şandeya pê re li şûna firîngeha Larnaka, li firgeha Baf yan jî li fermangeha Brîtanya ya li Qibrisê dakevin.

Çaverê ye Birêz Bîden li Qibrisê bi nûnerên Tirk û Rum re çend hevdîtinan pêk bîne û ligel nûnerên olî yên giravê re jî bicive.
XS
SM
MD
LG