Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîneke de 31 Kes li Çînê Hatine Kuştin


Medyaya Çînî dibêje, di êrîşkeke bombeyî de herî kêm 31 kes li bazreke şen ya herêma Sincan (Xinjiang) hatine kuştin.

Ajansa Xinhua ya fermî radigihîne ku di peqînê de pirtir jî 90 kesên din jî li navenda Urumçi birîndar bûn, dema du otomobîl li hev mirovên ku direvîyan, qelibîn.

Dîdevan dibêjin, madeyên peqînkar ji nav otomobîlan hatine avêtin û bi dehan dengên peqînên xurt hatine bihstin.

Ajansa Xinhua da zanîn ku yek jî otomoîlan hate peqandin.
Sincan herêmeke tevlihev e û Misilmanên Uygur û Çînî li wê derê dijîn.
XS
SM
MD
LG