Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Thailand bi Darbeyekê Hat Ser Desthilatê


Serfermandarê artêşa Thailand General Prayuth Chan-Ocha dibêje, artêşa welêt kontrola wî welatî girte dest xwe.

General Chan-Ocha got, wan ew gav avêt ku dawî li alozîya heyî bînin, nîzama welêt jinûve cîh bînin û reformên sîyasî pêk bînin.

General Chan-Ocha ew daxuyanî derengîya îro Pêncşemê di televîzyona dewletê de da, du seet piştî îlankirina desthilata leşkerî.

Thailand ji demeke dirêj vir ve di nav krîza sîyasî de bû. Di xwepêşandann dihî hikûmetê de di nav şeş meha borî de dora 30 kes hatibûn kuştin.
XS
SM
MD
LG