Çalakvnên Sûrî dibêjin, hêzên hikûmetê dorpêçkirina zindana Helebê ya mezin, ku ev saleke dewam dikir, bidawî kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ku bingeha wê li Birîtanya ye got, di sibeha roja Pêncşemê de hêzên hikûmeta Sûrî derbasî deverekê girîng li bakurê bajêr bûn, piştî çend rojan ji hewildana dûrxistina şervanên opozisiyonê ji wê deverê.
Serhildayên ku zindan dorpêçkiribûn, gelek êrîş kiribûn, bi hêviya ku girtiyan ji zindana hikûmetê azad bikin.
Li gorî agahiyan, 3500 girtî di zindana Helbê de ne. Zêdetir ji 150 hezar Sûrî hatine kuştin ji Adara 2011an de, dema xwepêşandanên aştiyane li dijî Serok Beşar Esed destpêkirin û li dawî bû şerekî navxweyî.