Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Hewil Dide Sizayan Deyine Ser Boko Haram


Netewyên Yekbûyî (NY) do Pêncşemê hewil da ku sizayan li ser grûpa Boko Haram deyîne.

Ew grûpa Îslamî ku bingeha wê li Nejîrya ye û di kuştina hezaran kes de gunehkar e, ji sala 2009an û vir ve serî li ber hikûmeta Nejîryayê hildaye.

Nejîrya ji Civata Ewelekariya NY xwest ku Boko Haram têxe lista grûpên ku girêdayî El Qayîde ne.

Herwiha rê li ber daraya wan û riyên alîkariya wan bi çekan û hatin û çûna werin girtin.

Ger her 15 endamên Civatê, wê daxwazê red nekin, wê Bokok Haram têkeve lista sizayan li kêleka 62 grûp û 213 kesayetiyan de.

Li aliyekî din jî, NY kar dike ji bo alîkariya dîtina 259 keçên Nejîryayî ku li ser destê Boko Haram ji meha bûrî de hatine revandin.
XS
SM
MD
LG