Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilanîna Çekên Kîmyawî Yên Sûrî li Ber Bidawîkirinê Ye


Sûrîyê piraniya herî mezin ji cebilxaneya çekên xwe yên kîmyawî hilanîye, li gorî rêkeftineke navneteweyî. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî dibêje Sûrîyê 92 ji sedî ji çekên xwe yên kîmyawî hilanîye an jî ji welêt derxistiye.

Di nav cebilxaneya Sûrî ya çekên kîmyawî de gaza sarînê û ya VX heye. Ew jî yên herî jahrî ne ji nav çekên kîmyawî.

Pispor dibêjin, tevî ku 92 ji sedî ji rêjeya çekan yan hatiye hilanîn an jî ji Sûrîyê hatiye derxistin, hîn Şam dudil e ku wan 8 ji sedî yê mayî radest bike.

n ku hikûmeta Sûrîyê gaza chlorine di çend mehên dawî de li dijî sivîl û hêzên serhildayan li çend alîyên welêt bikar anîye. Şam van îdîayan red dike. Ew îdîa ji aliyê Rêxisitina Qedexekirina Çekên Kîmyawî ve tên vekolînkirin.
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:10 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG