Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rejîm û Serhildayên Sûrî li Devereke Humsê Agirbestekê Pêk Tînin


Dîmen ji bajarê Humsê.
Dîmen ji bajarê Humsê.
Çalakvanên Sûrî dibêjin, şervanên opozisyonê û hêzên hikûmetê lihev kirine agirbestekê li devereke jêr kontrola opozisyonê li bajarê Humsê, pêk bînin.

Çalakvanê Sûrî bi navê Thaer Xalidiya û yekê din bi nave Ebû Yasîn el Humsî îro Şemiyê gotin, dê agirbest rê bide herdu alîyan ku rêkeftinekê gotûbêj bikin da ku serhilda ji herêma Wa3r derkevin. Ew herêm nêzîkî çemê Assî ye.

Herdu çalakvan dibêjin ku agirbestê roja Îniyê destpê kir.

Wezteke zûtir meha Gulanê, rêkeftinekê ku bi agirbestê destpê kiribû rê dabû bi sedan hêzên serhildayan ku ji hinek deverên bajarê kevin yê Humsê derkevin.

Hêzên ser bi Serok Beşar Esed ve hewil didin deverên jêr destê serhildayan li bajarên mezin kontrol bikin, berî hilbijartinên serokatiyê yên 3ê Hezîranê.
XS
SM
MD
LG