Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibe ku Libnanê ji Sibe de Bê Serok Bimîne


Serokê Libnanê îro Şemîyê bang li siyasetvanên rikaber kir ku kesekî nû jibo posta wî re bibînin, ku valahiyeke siyasî jiber çê bûye bi giştî bi sedema şerê navxweyî li Sûrîyê.

Serok Mişêl Silêman di gotareke xaritxwestinê de jibo dawîkirina gera wî ya şeş salan axivî. Siyasetvanên Libnanî nikarîbûn lihev bikin ku kesekî jibo posta serokatiyê bibînin. Gera Mişêl Silêman bi fermî sibe Yekşemê bidawî dibe.

Libnan fêrî vî rengê krîzên siyasî bûye. Heta ku serokekî nû were bijartin, ewê hikûmeta welêt rêveberiyê bike.

Berî ku Silêman sala 2008an bibe serok, Libnan çend mehan bê serok mabû. Mişêl Silêman komendarekî berê yê artêşê bû.

Lê nebûna serokekî ziyanê digihîne civaka Krîstiyanan li Libnanê, ya ku bandora wê ji dema şerê navxweyî yê salên 1975 heta 1990 kêm bûye.

Li Libnanê sîstemeke parvekirina deshilatê li cih e, tê de divê Serok ji Krîstyanên Maronî be, serokwezîr Misilmanê Sunnî be û serokê parlamanê ji Misilmanên Şîa be.
XS
SM
MD
LG