Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Şerekî de li Yemenê 15 Mîlîtan û 10 Leşker Hatin Kuştin


Leşkerên Yemenê.
Desthildarên Yemenê îro Şemiyê gotin ku leşkerên artêşê 15 şervanên el Qayîde di şerekî giran de ligel mîlîtanên ku bi êrîşeke mezin nîvê şevê avahiyên hikûmet û artêş û hêzên ewlekariyê li bajarekî başûrê welêt kirin armanc.

Wezareta Berevaniya Yemenê di daxuyanîyekê de got ku artêşê êrîş rawestand û nuha bi temamî Seyûn kontrol dike. Bajarê Seyûn li stana Hedremût dikeve. Daxuyanîya wezareta berevaniyê got di şer de 10 leşker jî hatin kuştin û jimareke din birîndar bûn. Karbidestên artêş û yên ewlekariyê wexteke zûtir gotibûn ku êrîşbiran 16 leşker kuştibûn.

Amerîka şaxê el Qayîde ya Yemenê li Nîvgira Ereb wekî şaxê herî çalak yê rêxistinê li seranserî cîhanê dibîne. Washington di warê logistîk û rahênan û êrîşên firokên bêmirov de alîkarî daye hikûmeta Yemenê. Mîlîtanan jî bi armanckirina avahiyên hikûmetê û hêzên ewlekariyê bersiva wê yekê dane.
XS
SM
MD
LG