Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papayê Vatîkanê Serdana Rojhilata Navîn Dike


Papayê Vatîkanê Francis.
Papayê Vatîkanê, Francis gihişte Urdunê di serdana xwe ya sê roj de bo Rojhilata Navîn.

Li Urdunê, Papayê Vatîkanê ligel Qiral Ebdulla kom dibe, Komnivêjekê li stadyomeke li Amman paytext lidar dixîne û li ser kenarên Çemê Urdunê, dê bi awayekî direct guhdarîya çîrokên êş û azara penaberên Sûrî bike.

Roja Yekşemê jî, Francis dê serdana Bethlehem dike û li wir jî ligel Serokê Filestînî Mehmûd Ebbas dicive, berî ku firavînê ligel malbatên Filestînî li kampeke penaberan bixwe.

Pap Francis dê roja Duşemê jî serdana Mizgefta el Eqsa bike û civînekê ligel Mezine Miftiyê Orşelîmê Mihemed Hisên pêk bîne. Ewê herwiha serdana goristana niştimanî ya Îsraîlî li Çiyayê Herzl û cihê bîreweriya Holokustê Yad Vashem jî bike.
Biryar e Papayê Vatîkanê bi Serokê Îsraîlî Shimon Pres û Serokwezîr Benjamin Netanyahu re jî kom bibe.
XS
SM
MD
LG