Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Serokatiya Lithuania Pêk Tên


Seroka Lithuania Dalia Grybauskaite dengê xwe dide.
Seroka Lithuania Dalia Grybauskaite dengê xwe dide.
Welatê Lithuania îro Yekşemê dengdana serokatiyê dike, ligel seroka heyî Dalia Grybauskaite ku di rêza pêşî de. Hilbijartin li welatê Yekîtîya Ewropayî û endamê NATOyê tê ligel xemên ewlekarî derbarê Rûsya.

Serok Grybauskaite gera yekem ji dengdanê ya berî du hefteyan kontrol kir, lê nikarîbû piranîya pêwîst misoger bike da ku hilbijartinan yekser bidest bixîne.

Komisyona hilbijartina Lithuania got, xanim Grybauskaite, komisyonera berê ya butceya Yekîtîya Ewropayê, dora 45 ji sedî ji dengan bidest xistiye. Rikaberê wê Zigmantes Balcytis e ji partiya sosyal demokrat ya çepê naverast.

Hilbijartin di demekê de tê ku Rûsya destê xwe daniye ser nîvgirava Kirimê ya Ukrayna.
Li dema Şerê Sar Lithuania li jêr kontrola Rûsya bû. Serok Grybauskaite bixêrhatina hebûna hêzên NATO li Lithuania kiriye, ji dema krîza Ukraynayê.

Seroka 59 salî xwedî kembera reş e di lîstika karate de. Li dema kempeyn û helmeta xwe, wê gotibû ewê ji dijminahiya Rûsya netirse, bi gotinên wê, “ewê bixwe tivingê hilgire û berevaniya welêt bike eger ew yek jibo ewlekariya niştimanî hate xwestin.”
XS
SM
MD
LG