Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Demkî yê Misirê Banga Beşdarîya Hilbijartinê Dike


Edlê Mensûr.
Serokê demkî yê Misirê bang li hevwelatîyan dike ku dengdanê di hilbijartinên serokatiyê yên vê hefteyê de bikin. Serok dibêje, ewê ev dengdan paşeroja Misirê nîgar bike.

Di gotareke televizyonî de îro Yekşemê, Edlî Mensûr xwest ku Misirîyan piştrast bike ku dezgehên dewletê, di nav de jî ofîsa wî, dê maytêkirinê li dengdana roja Duşem û Sêşemê nekin.

Birêz Mensûr got, bila em sibe û roja piştre derkevin û bijareya xwe ya azad derbirîn bikin da ku kesekî cihê baweriyê hilbijêrin ku em dibînin karîna avakirin û rêvebirina welat li cem heye.

Diyar e serekê berê yê artêşê Ebdulfetah el Sîsî xwedî derfetên mezin e ku di hilbijartinê de biserkeve. Rikaberê wî yê bitenê, siyasetmedarê çepgir Hemdîn Sebahî ye, yê ku di pileya sêyem de li hilbijartinên giştî yên sala 2012an hatibû.
XS
SM
MD
LG