Herêma Kurdistana Îraqê renxe li hewildana qanûnî ya vê dawiyê ji alîyê hikûmeta navendî ya Bexdayê kir, bi mebest rawestandina derfirotinên neftê bi rêka Tirkîyê.
Hikûmeta Herêmê îro Yekşemê got ku daxwaza Wezareta Neftê ya Îraqê bo dadgehkirinê li dijî Enqerê gefeyeke pûç e û bisernakeve.
Roja Îniyê, Wezareta Neftê giliyek rakir bo Odeya Bazirganî ya Cîhanî li Parîsê piştî ku nefta xav ji Kurdistanê hate derxistin û bi rîya bêndereke Tirkîyê hate firotin bêy erêkirina Bexdayê.
Kêşebarî li dora wergerandin û têgihiştina destûra Îraqî digere. Bexda rijdîyê dike ku tenê wê maf heye nefta xwe bifiroşe, lê Kurdistan û Tirkiyê dibêjin peymanên wan yên derfirotina neftê qanûnî ne.