Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzer Celal Emîn: Dadwerî li Rojavayî Kurdistanê Ne Rewa ye.


Parêzer Celal Emîn rewşa dadweriyê li Rojavayî Kurdisatnê rexne dike û Rêveberiya Xweseriya Demokrat dide ber pirsa dana biryarên dadmende di mafên gel de.

Di hevpeyvîna birêz Celal de, bi Dengê Amerîka re helwesta yaseyî û rewayî li herêmê Kurdan dinirxîne û rexne dike.

Birêz Celal dibêje, nerîna siyasî û ya partîtî ketiye nava karê dadweriyê li Kurdistana Sûriye.

Her wiha wî anî zimên ku Partiya yekitiya Demokrat (PYD) berpirsiyar e li ber zêdegavî û ne wekheviya ku li dadgehan dibe, li derbarê gel ve, tenê ji bo nerîna wan ya siyasî ve.

Di heman demê de jî wî qala êrîşa DAÎŞê kir ku ew û hevalên xwe li navenda (YASA) hewil didin ku zaneyariyan li ser wan wekû belge hildin desteyên bilind yên dadmendiyê mîna Dadgeha Navneteweyî, ji bo ku werin tewanbarkirin mîna terorîstan.

Ji aliyê din ve jî birêz Emîn diyar kir ku ew dixwazin bi hindek çavdêrên yasayî ji Sûriyan ve bingeha nû ji destûra Sûrî re damezrînin.
please wait

No media source currently available

0:00 0:10:50 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG