Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Renxê li Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewropayê Dike


Logoya rêxistina Ewropayî.
Logoya rêxistina Ewropayî.
Wezareta Derve ya Rûsya rexneyê li karbidestekî Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewropayê dike, piştî pêşniyar kir ku dibe rêxistin tîma xwe ya çavdêrîyê jiber egerên ewlekarî ji Ukrayna vekêşîne.

Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewropayê dibêje, wê roja Pêncşemê peywendî ligel komeke çavdêrên xwe li herêma rojhilata Ukrayna ya cudaxwaz winda kir. Ji Duşemê de jî, komeke jin ya çavdêran ji alîyê serhildayên rojhilata Ukraynayê hatine girtin.

Wolfgang Ischinger, berpirsê rêxistina Ewropayî bo diyaloga niştimanî li Ukrayna, vê hefteyê gote televizyona ZDF ya Almanî ku dibe tîma çavdêrîyê ji Ukrayna vekêşe, eger tirs li ser jiyana karmendên rêxistinê çê bibin.

Lê wezareta derve ya Rûsya îro Şemîyê di daxuyanîyekê de got, di demekê de ku “Kiyêv operasyonên xwe bi mebest li rojhilata Ukraynayê zêde dike, girîng e ku asta karê çavdêrên navneteweyî jî were bilindkirin.”
XS
SM
MD
LG