Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Bergumanekê Dozeke Destdirêjîya Seksî li Hindistanê Tên Girtin


Wêneyên herdu keçan bi darê ve daliqandî.
Wêneyên herdu keçan bi darê ve daliqandî.
Polîsê Hindistanê îro Şemîyê bergumanekî sêyem girt, di doza destdirêjîya seksî û kuştina du keçên sîpe de li bakurê Hindistanê. Mezine karbidestekî wîlayetê got ku ew pêşniyara vekolîneke federal dike jibo vê doza ku tûrebûnek li seranserî Hindistanê derxistiye holê.

Efserê Polîs Malik got ku her sê bergumanên êrîşa li wîlayeta Uttar Pradesh hatine girtin, pismam in û di salên 20an de ne ji temenê xwe. Ew rastî tawanên kuştin û destdirêjîyê tên, ev jî tawan in ku cezayê wan kuştin e. Efserê polîs herwiha got, li du bergumanên din jî ji heman gundî tê gerîn.

Li Hindistanê bûyerên tundûtûjîya seksî belav in. Lê destdirêjiya li ser herdu keçên 14 û 15 salî, ku piştre wêneyên termên wan li ser televizyonê jî hatin belavkirin, tûrekebûn li seranserî welêt peyda kiriye. Bavê yek ji herdu keçan, Sohan Lal, daxwaza vekolîneke federal di dozê de kiriye.

Piştî destdirêjiya ser wan, ew keç hatibûn kuştin û bi darekê ve hatibûn daliqandin.
XS
SM
MD
LG