Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Salvegera Yekemîn ya Bûyerên Geziyê


Salvegera Gezî Park.
Di roja salvegera yekemîn ya bûyerên Gezî Parkê de, jibo rênedana xwepêşandanan parka Geziyê ya li meydana Taksîmê hate girtin.

Çav li rê bû roja Şemiyê anku 31’ê meha 5 li Taksîmê jibo kesên li bûyerên Geziyê can dane xwepêşandanên bîranînê pêk werin. Lê îro Şemiyê li dorûbera Taksîm û Gezî Parkê tedbîrên mezin yên ewlehiyê hatin standin ku ji gelek bajarên din yên Tirkiyê jî polîs hatin Stenbolê.

Bûyerên Gezî Parkê 27’ê Gulan a 2013’an bi mebesta protestokirina hilkirina darên li nav vê parkê destpê kiribûn û 31’ê Gulanê jî bi mudaxaleya tund ya polîsan re xwepêşandan li tevahiya Tirkiyê belav bûbûn.

Li gor daneyên fermî di wan bûyerên qasî du mehan berdewam kirin de, polîsek û 6 xwepêşanderan jiyana xwe ji dest daye û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Platforma Hevgirtina Taksîmê roja Şemiyê jibo salvegerê bi daxuyanîyekê bang li hemû pêkhatên xwe kir ku derkevin kuçeyan û li ber Gezî Parka Stenbolê û li Parka Kugulu ya Enqerê bicivin.

Hevgirtina Taksîmê herhiwa bang li karbidestan jî dike ku nebin asteng ji xwepêşandanên demokratîk yên bîranîna kesên li bûyerên Gezî Parkê can dane re.
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:04 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG