Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Geştên Asmanî li Bajarekî Australia Careke Din Destpê Dikin


Piştî rojekê ji rawestandinê jiber dûmana volkanoyeke Endonesyayî, geştên asmanî careke din li bajarê Darwin yê bakurê Australiayê destpê kirin.

Volkanoya bi navê Sangeang Api roja Îniyê li nêzîk girava Sumbawa ya Endonezyayê destpê kir û di encama wê de du ewrên mezin ji dûmanê roja Şemiyê li jora asmanê bakurê Australia kom bûn. Bêtirî 30 geştên asmanî bi egera wê hatibûn betalkirin.

Berdevka Firokxaneya Darwin ya Navneteweyî Virginia Sanders got, geştên xwecihî û navneteweyî li bajarê Darwin îro Yekşemê jinûve destpê kirin.
Li Bajarê Darwin bêtirî 100 hezar kes dijîn.
XS
SM
MD
LG