Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cudaxwaz Êrîş Dikin Navendeke Hikûmeta Ukraynayê


Cudaxwazên ser bi Rûsya ve li dema şerê ligel artêşa Ukraynî. 2ê Hezîran, 2014.
Ukrayna dibêje, bi sedan cudaxwazên çekdar yên ser bi Rûsya ve roja Duşemê êrîşî navendeke hikûmetê li ser sînorê Rûsya kirin. Ew yek jî bû egera şerekî ku hemû rojê dirêj kir û heft kes tê de hatin kuştin.

Şerê li nêzîk bajarê Luhansk, yek ji şerên herî mezin di pevçûnên navbera hikûmeta Ukrayna û cudaxwazan de, hişt ku careke din Amerîka rexneyê li rola Rûsya di tundûtûjîya li rojhilata Ukraynayê de bike.

Wezareta Derve ya Amerîka Rûsya bi piştgirtina cudaxwazan bi riya çek û şervanan, tawanbar kir. Wezaretê herwiha got ku Mosko tiştek nekiriye da ku veguhestina çek û şervanan di ser sînor re rawestîne.

Berdevka Wezareta Derve Jen Psaki do Duşemê axivî, çend demjimêran piştî ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov bernivîsek jibo Neteweyên Yekbûyî pêşniyar kir tê de daxwaza avakirina korîdorên mirovahî li herêma rojhilata Ukrayna kir da ku gihandina alîkarîya mirovahî were misogerkirin.
XS
SM
MD
LG