Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuştinkariya Licê li Tirkîyê bû sedema Protestoyan


Lice protest
Lice protest
Ji bilî bajarên Kurdan li bajarên Tirkiyê yên mîna Stenbol, Enqere, Mersîn, Edene, Çanakkale û hin deverên din Kurd derketin kolanan û ev bûyer şermezar kirin.

Li Stenbolê bi pêşengiya BDP û HDP’ê li meydana navçeya Bagcılar xwepêşandanek hate lidar xistin ku rastî mudaxaleya polîsan hat.

Li Taksîmê jî li ber lîseya Galatasaray bi banga Komeleya Mafê Mirovan (IHD) û sendîkayên karkeran xwepêşandaneke protestoyî pêk hat.

Dîsa roja Yekşemê heta derengiya şevê bi taybet li taxa Gazî ya navçeya Gazîosmanpaşa û hin deverên din yên Stenbolê çalakîyên protestoyî çêbûn ku di navbera xwepêşanderan û polîsan de pevçûn derketin.

Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) kuştinkariya Licê şermezar kir ku daxwaza vekolîn û jikaravêtina berpirsên vê kuştinkariyê kir.

HDP’ê bang li hikûmeta AKP’ê jî kir, dev ji mijulkirinê berde û jibo pêvajoya çareseriyê gavên berçav bavêje.

Herwiha HDP’ê biryar stand ku roja Sêşemê li şûna Enqerê gruba xwe ya parlamenê li Licê bicivîne.

Şandeya HDP’ê ya ku hevdîtinan bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re dike jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ew roja Duşemê anku Îro serdana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikin.

Şandeyê dîyar kir, bûyerên li Licê qewimîne û hin geşedanên din hiştiye ku ew vê hevdîtinê zûtir pêk bînin.

Tê pêşbînî kirin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi rêya şandeya HDP’ê daxuyaniyên girîng li ser kuştinkariya Licê û rewşa dawî ya pêvajoya aştiyê bide.
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:39 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG