Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beşar Esed Lêbûrînê Dide Girtiyan li Sûriyê


Serokê Sûrî Beşar Esed.
Serokê Sûrî Beşar Esed.
Serokê Sûriyê Beşar Esed lêbûrîneke giştî jibo girtiyan li seranserî welêt ragihand, piştî kêmî hefteyekê ji dubare hilbijartina wî.

Lêbûrîn hinek cizayên mirinê diguhere, salên zindankirinê jibo gelek tawanan kêm dike û rê dide kesên nexweş û temen mezin ku werin azadkirin. Hîn nediyar e ewê çawa ev lêbûrîn bandorê li wan kesan bike, ewên ku jiber çalakiyên girêdayî serhildana 2011ê hatine girtin.

Fermana serokatî dibêje, ew kesên biyan ku derbasî Sûriyê bûne jibo tevlî grûpên terorîst dibe, wekî hikûmet wan binav dike, dê lêbûrînê wergirin eger di nava mehekê de xwe radestî desthilatê bikin. Ferman herwiha dide xuyakirin ku kesên ji artêşê jî cuda bûne dê werin efûkirin.

Serok Esed çend fermanên lêbûrînê derxistiye ji dema ku xwepêşandinên dijî desthilata wî berî bêtirî sê salan ve destpê kirine. Rikarberên Esed dibêjin, lêbûrînên berê bi temam nehatine cîbicîkirin.

Hefteya bûrî, Beşar Esed gera sêyem wekî serokê Sûriyê bidest xist. Hilbijartin li deverên jêr desthilata hikûmetê tenê hatin lidarxistin. Li wan deveran dengderan dora 89 ji sedî ji rêjeya dengan dan Esed.
XS
SM
MD
LG