Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çend Rojan Berî Cama Cîhanê, Karkerên Metro li Brazîlê Girêva Xwe Radiwestînin


Dîmen ji xwepêşandina karkerên metro.
Dîmen ji xwepêşandina karkerên metro.
Karkerên metro li bajarê Sao Paolo yê Brazîlê derengî roja Duşemê deng dan ku girêva xwe rawestînin, çend rojan berî ku Cama Cîhanê ya Futbolê li wî welatê destpê bike. Girêvê gefe li sîstema çûnûhatinê li bajarê Sao Paolo kir, mezintirîn bajarê Brazîlê.

Daxuyaniyekê got ku biryara dawî derbarê dawîkirina çalakiyê dê roja Çarşemê were standin, bi mercê ku 42 karker jinûve werin kar piştî ku jiber tevlîbûna girêva pênc roj ji kar hatibûn qewirandin.

Wexteke zûtir roja Duşemê, dora 150 karker û piştigrên wan agir bi zibil ve li kolaneke sereke dadan û di encamê de jî polîsan gaza îsotê bikar anî da ku wan veqetînin.

Karkerên metro daxwaza zêdekirina mutçeyê xwe bi rêjeya 12 ji sedî dikin. Lê kompanyaya metro ya hikûmetê rêjeya 8.7 ji sedî wekî zêdebûn pêşkêş dikir.
XS
SM
MD
LG