Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarên DAIŞ Êrişî Bajarê Mûsil Dikin


Çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) êrişî bajarê Mûsil dikin û bingeh û avahiyên hikûmetê li bajarê Mosil li bakura Îraqê kontrol dikin.

Karbidestan îro got, piştî şerê çend rojan li wî bajarî ku bajarê mezin yê diwê ye li Îraq û 350 kîlometran bakura Bexdayî ye, çekdaran şivêdî avahiyên hikûmetê dagîr kirin.

Hêzên ewlekariyê yên Îraqê nikarî bûn li çend deverên din yên wî welatî bersîngî mîlîtanan rawestin. Sere vê sale, çekdaran bajarê Felluce girt bu.

Hêjayê gotinê ye ku ewey sala 2008 ê, alozkarî li wî welatî zêdebûne. Li gorî Neteweyên Yêkgirtî, ev sale nêzîkî 4,500 kes li Îraqê hatin kuştin. Her li meha derbazbuyî pitir ji 900 kes hatin kuştin.
XS
SM
MD
LG