Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Êrîşa Ser Mûsil Tawabar Kir û Daxwaza Bersivek Tûnd Dike


Wezareta Derve ya Amerîka êrîşa komela çekdar ya bi nave Dewleta Îslamî li Îraqê û Şamê li ser bajarê Mûsil tawanbar kir û got, ew komel ne bi tenê gefe ye li ser Îraqê, belkû gefe ye li ser hemî deverê jî.

Jennifer Rene "Jen" Psaki peyvdara Wezareta Derve îro got, Amerîka gelek aloze ji ber destûdarê bajarê Mûsil li 48 demjimêrên derbazbûyî û got ew buyer gelek metirsîdare.

Peyvdara Wezareta Derve herwiha got, ku karbidestên bilind li Amerîka beramberî vê êrîşê daxwaza bersivek tûnd dikin û got li gor rêkeftina stratejî navbera herdû welatan, Amerîka ji alîyê xwe ve dê hemû alîkariyên pêdivî pêşkêşî hikûmeta Îraqê bike.
XS
SM
MD
LG