Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Piranîya Komarî Hilbijartina Berbijarîyê Hinda Kir


Rêberê Piranîya Civata Nûneran ya di bin kontrola Komarîyan Eric Cantor di hilbijartina berbijarîya partîya xwe de têk çû û şansa jinûve hilbijartinê hinda kir.

Di dengdana roja Sêşemê ya li eyaleta Virgina de, Cantor li hember hevrikê xwe David Brat yê Tea Party şikestineke mezin xwar.

Ew encam ji alîyê gelekan ve nedihate çaverê kirin jiber ku Brat pereyeke pir kêm kom kiribû.

Pispor dibêjin, David Brat ku li xwendingeheke biçûk mamosteyê aborî ye, Cantor bi tundî rexne dikir ku rê li ber koçberên neqaninû veke.

Hin çavdêr jî di bêjin, piştî vê tekçûna Cantor derbazkirina Qanûna Koçberîyê pir dijwartir dibe
XS
SM
MD
LG