Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerkûk Bin Kontrola Peşmergeyan e


Peşmergeyên Kurd li Kerkukê
Sekreterê Giştî yê Hêzên Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ragihand ku hêzên pêşmerge bajarê Kerkûkê bi temamî xistiye bin kontrola xwe.

Yawer ji Ajansa Reuters re dîyar kir ku hêzên peşmerge hatina Kerkûkê, piştî ku hêzên Artêşa Îraqê ji tirsa Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAIŞ) ji bajêr revîne.

Yawer herwiha da zanîn ku Kerkûk û hemî deverên Kurdan li parêzgeha Kerkûkê bi temamî di destê pêşmergeyan de ye û êdî ti hêzeke Artêşa Îraqê li Kerkûkê nemaye.
XS
SM
MD
LG