Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan Êrîşên Drone yên Amerîkî Şermezar Dike


Hikûmeta Pakistanê, bi gotina wê, 2 êrîşên drone şermezar kir û ew êrîş wek bêrêzîya serwerîya xwe nav kir.

Wezareta Derve ya Pakistanê îro Pêncşemê daxuyanîyek belav kir. Wezaret dibêje, êrîşên wî rengî bandorên neyênî li ser hewlên Pakistanê ya pêkanîna aştî û aramî li herêmê tînin.

Ji Amerîka heta niha bersîvdanekê li hember wê daxuyanîyê nehatiye.

Êrîşên bi firokên bêmirov derengîya Çarşemê û zûtirîya Pêncşemê li herêma eşirî ya Wezîrîstana Bakur qewimîbûn ku hevsînora Afganistanê ye.

Karbidestên îstixbaratî yên Pakistanî dibêjin, di êrîşan de bi dehan kes hatibûn kuştin.
XS
SM
MD
LG