Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hizra Şandina Firokên Bêmirov ji Îraqê re Dike


Piştî ku hêzên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAIŞ) bajarê Musilê û çend herêmên din xist bin kontrola xwe, Amerîka jî nerazîbûna xwe dîyar dike.

Karbistên Amerîkî, ku naxwazin navê xwe eşkere bikin, dibêjin Washington li ser jimareke bijareyên difikre alîkarîya Îraqê bike.

Heman karbidest dibêjin, şandina firokên bêmirov (drone) ji Îraqê re yek ji wan rêkan e ku Washington ser de difikre.

Cîgirê Wezîrê Ragihandinê yê Qesra Spî Josh Earnest got, Amerîka wê berdewam hemî alîkarîya pêdivî bide Îraqê ku şerî DAIŞ bike. Lê, Ernest ti hurgilîyên din li ser gotina xwe nedan.
XS
SM
MD
LG