Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daxuyanîya Qesra Spî li ser Rewşa Îraqê


Amerîka, êrîşên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAIŞ) yên dijî Îraqê bi tundî şermezar dike.

Em sersaxî ji wan malbatan re dixwazin ku hezkirîyên wan hatine kuştin. Em herwiha bi pêgirî didine zanîn ku emê berdewam alîkarîya gelê Îraqê bikin ku rûbirûyê gefên DAIŞê yên ser Îraq û tevahîya herêmê dibin.

Kiryarên DAIŞ yên vê dawîyê li Musil û derdora wê careke din nîşan daye ku ew xencî mirin û wêrankarî tu tiştên din naxwazin.

Amerîka wê ligel rêberên sîyasî yên Îraqê bisekine di vê demê de ku ew hewl didin yekîtîya netewî pêk bînin ku jibo serkeftina dijî DAIŞ pêdivî ye.

Emê ligel Kongres bixebitin ku destek bide Sindoqa Hevkarîya Dijterorîzm (Counterterrorism Partnerships Fund). Bi vê sindoqa nû emê bikaribin çavkanîyên pêdivî bişînin Îraqê ku bersîvdana gefên wek DAIŞ û grubên din yên terorîst bide.

Li gor Peymana Çarçoveya Stratetjîk (Strategic Framework Agreement) emê bi berdewamî, ku hewce bi be hîn zêdetir, alîkarî bidine hikûmeta Îraqê. Bi vî awayî, hikûmeta Îraqê wê bikaribe şerî kanîn û zanîna xwe xurtir bike ku rê li ber DAIŞ û rêxistinên wek wê bigire ku dixwazin tirs û bêîstiqrarî bînin.
XS
SM
MD
LG