Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Bilind yê Şîa li Îraqê Daxwazê ji Îraqîyan Dike Berevaniyê li Welatê Xwe Bikin


Nûnerê rêberê bilind yê Şîa li Îraqê Ayetullah Alî El Sîstanî li bajarê Kerbela daxwaz ji gelê Îraqê kir ku berevaniyê li welatê xwe bikin dijî çekdarên komela ku bi Dewleta Îslamî li Îraqê û Şamê (DAIŞ) tê nasîn.

Şêx Abdulmehdî El Kerbelayî di gotarekê de li nivêja Înê got, rewşa welat gelek metirsîdare û armanca wan terorîstan tenê çend parêzgeh nîne, belku armanca wan hemû parêzgehên Îraqê ne ji wan Bexda û Kerbela û Necef, ji ber hindê berpirsyarya hemû Îraqîyan ne ku bersîngî wan rawestin.

Şêx El Kerbelayî herwiha got ku Ayetullah Sîstanî ji wan dixaze ku xweragir bin û bergiryê li welatê xwe bikin û her kesê ku di vê rêyê de bê kuştin ew şehîde.

Paşî got rêberên siyasî berpirsyarek dîrokî li ser mile wane, jibo vê yekê divê jêknegirtinên xwe dane aliyekî û yêk helwest bin û piştevaniya hêzên hikûmetê bikin.
XS
SM
MD
LG