Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Ser Rewşa Îraqê Peyîvî


Serokê Amerîka Barack Obama îro Înê axaftineke taybet li ser Îraqê kir.

Serok got, tevî ku ew dixwazin rêbazên dîplomatîk bixebitînin, Amerîka hemî tiştên ku dikeve ser milên wê bi cîh bîne ku Îraq şerî Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAIŞ) bike.

"Emê leşkerên Amerîkî careke din neşînin Îraqê, lê emê hemê bijareyên heyî ji pêş çavan derbaz bikin.”

Serok Obama ku li Qesra Spî dipeyîvî dîyar kir ku ew û ekîba wî ji do vir ve civînan dikin ku biryar bidin çawa alîkarîya Îraqê bikin.

“DAIŞ ne tene li ser Îraqê, lê li ser tevahîya Rojhilata Navîn û herwiha ji berjewendîyên Amerîkî re jî gefeke mezin e.”
XS
SM
MD
LG