Medyaya dewletê û çalakvanên Sûrî dibêjin, teqîneke bihêz li bazareke çekan li bajarokekî rojhilata Sûriyê nêzîkî sînorê Îraqê da û di encamê de bi kêmî heşt kes hatin kuştin û jimareke kesên din birîndar bûn.
Televizyona dewleta Sûriyê got ku teqîna li bajarokê Meyadîn 30 kuştî û jimareke birîndar li dû xwe hişt, li dema ku Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ku bingeha wê li Brîtanya ye got ku heşt kes hatin kuştin û hinek din birîndar bûn. Di nav birîndaran de jî hinek haletên xeternak hene.
Meyadîn 60 kîlometran dûrî sînorê Îraqê ye û li parêzgeha Dêr el Zor ya dewlemend bi petrolê dikeve. Li vê deverê şerê giran navbera komên rikaber yên opozisyonê derketiye û wiha jî şerê navbera serhildayên opozisyonê û hêzên rejîma Sûriyê.
Teqîn tê, çend rojan piştî ku şervanên rêxistina Dewleta Îslamî li Îraq û Şam (DAÎŞ) girtin ser jimareke bajar li bakur û naverasta Îraqê, di nav de sînorê navbera Sûriyê û Îraqê kontrol kiriye.
DAÎŞ di van hefteyên dawî de pêşketineke girîng li rojhilata Sûriyê bidest xistiye, tê de gelek bajarok û gund ji destê Cebhet el Nusra ya ser bi el Qayîde ve û komên din yên Îslamî.