Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Krîza Îraqê, Amerîka Hilgireke Balefiran Dişîne Kendavê


Hilgira Balefiran USS George H.W. Bush.
Hilgira Balefiran USS George H.W. Bush.
Amerîka ferman daye hilgireke balefiran bişîne herêma Kendavê wekî bersiv bo krîza li Îraqê.

Berdevkê Pentagon Admiral John Kirby dibêje, Wezîrê Berevaniyê Chuck Hagel do Şemiyê ferman da ku hilgira bi navê USS George H.W. Bush ji Deryaya Bakur ya Erebî were veguhestin bo Kendavê.

Kirby dibêje ku ev ferman rêkên bêtir dide Serok Barack Obama “eger bijarên leşkerên hatin xwestin jibo parastina jiyana Amerîkiyan, hevwelatî û berjewendiyên li Îraqê.”
XS
SM
MD
LG