Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Şeş Pêşmerge di Êrîşeke Asmanî ya Îraqî de Hatin Kuştin


Dîmeneke hêzên ewlekariya Îraqê.
Dîmeneke hêzên ewlekariya Îraqê.
Ajansa Fransî ya nûçeyan radigihîne ku êrîşeke asmanî ya Îraqî li karwanekî hêzên Pêşmerge li rojhilata Îraqê da, ku renge bi şaştî be. Di encama wê êrîşê de şeş şervanên Kurd hatin kuştin.

Ji bilî wê jî, hawinek li navendeke rahênana sivîlên ku dixwazin şerê mîlîtanên Îslamî bikin, da. Di wê êrîşê de jî şeş kes hatin kuştin. Raportên derbarê van herdu êrîşan nehatine piştrastkirin.

Jimarên mezin ji gencên Îraqî do Şemiyê berê xwe dan navendên rahênanê li Bexdaya paytext û deverên din da ku tevlî şerê mîlîtanên Îslamî bikin yên ku hefteya bûrî li piraniya deverên bakurê Îraqê destkeft pêkanîn. Melayê Şîa yê navdar Ayatollah Ali Sîstanî bang li sivîlan kiribû ku tevlî şer bibin.

Karbidestên Îraqî dibêjin, hêzên hikûmetê bi alîkariya ev kesên ku tevlî wan bûne hinek herêm careke din xistine bin destê xwe.
XS
SM
MD
LG