Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Hikûmeta Sûriyê Devereke Girîng li Laziqiyê ji Serhildayan Distînin


Kese li bakurê parêzgeha Laziqiyê dikeve.
Kese li bakurê parêzgeha Laziqiyê dikeve.
Çalakvan û medyaya dewleta Sûriyê dibêjin, hêzên hikûmetê îro Yekşemê gundek li bakur rojavaya Sûriyê li ser sînorê Tirkiyê xiste bin kontrola xwe, li dema ku wan kempeyneke temen sê meh ya serhildayan li ser herêma beravî rawestandin. Ev herêm warê dîrokî ye yê Serokê Sûriyê Beşar Esed.

Li Adara bûrî, komên Îslamî yên serhildayan êrîşeke ji nişka ve ser parêzgeha Laziqiyê pêk anîbûn, bi armanca ku zincîreke gund li herêmeke çiyayî ya nêzîkî beravê bidest xwe ve bîne. Wekî besiv, hikûmetê bêtir leşker şandibû wê herêmê da ku pêşketina serhildayan rawestîne.

Serekê rêxistina Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov, Ramî Ebdulrehman got, Îro Yekşemê, hêzên hikûmetê girtin ser gundê Keseb û beşê wê deryayî bi alîkariya şervanên koma mîlîtanên Şîa ya Hizbullah kontrol kirin.

Televizyona El Îxbariya ya ser bi dewletê ve ragihand ku hêzên hikûmetê ewlekarî û aramî vegerandin devera Keseb, lê televizyonê tê hûrgilî neda. Televizyonê got ku yekîneyên endazyariyê dest bi paqijkirina Keseb ji mayîn û xefkan kirine.

Rûniştvanên Keseba ku kêmî du kîlometran dûrî xaleke sînorê Tirkiyê ye, bi piranî Ermen in. Gelek ji wan reviyabûn deverên kontrola rejîmê dema ku serhilda li Adarê derbasî gund bûbûn.
XS
SM
MD
LG