Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê ‘Konferansa Ceribandinên Cîhanê û Rola Rêberan-1’ Hate Lidarxistin


Aliyek ji konferansê.
Aliyek ji konferansê.
Platforma Jibo Aştîyê Azadî ji Ocalan re, li Stenbolê bi mebesta fêmkirina pêvajoya aştîyê û birêveçûna muzakereyan ‘Konferansa Ceribandinên Dînyayê û Rola Lîderan-1’ lidar xist.

Di vê konferansa ku roja Şemiyê birêve çû de, li ser mînakên rêxistina FARC ya Kolombîya û ETA ya Îspanî gotar hatin pêşkeş kirin.

Di rûniştina yekemîn de, ji partiya Sortu ya BASK’ê Jonan Lekue li ser serpêhatiyên welatê xwe peyivî.

Akademîsyenê Kolombî Dr. Andrei Gomez-Suarez jî di beşa diduyan de, gotarek li ser serpêhatiya muzakareyên aştîyê yên welatê xwe pêşkeş kir.

Endamê Meclîsa Kongra Civaka Demokratîk (KCD) Îrfan Babaoglu, li ser konferansê ji Dengê Amerîka re peyivî.

“Jibo ku hemû alî karibin xwe ji çareseriyê re amade bikin, pêdiviya wan bi nasîna ceribandinên cîhanê heye ku em ê jî jibo aştîyeke mayinde sûde ji wan bistînin.”

Birêz Babaoglu bal kişand ser astengiyan û got, “Di mînaka BASK’ê de jî heman astengî derketine, lê heke gel di xwestekên xwe bi îsrar be wê pêvajo bigihîje encamê.”

Wî li ser rola rêberan jî bi bîr xist ku li cîhanê ti mînaka muzakereyan ya bêyî lîderan birêve biçe tune ye û xwest jibo serketina pêvajoyê Ocalan were azad kirin.
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:17 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG