Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gotûbêjên Gaza Xwezayî Navbera Ukrayna û Rûsya Dewam Dikin


Civîneke kabîneya Ukraynî (arşîv).
Civîneke kabîneya Ukraynî (arşîv).
Ukrayna û Rûsya bo roja duwem îro Yekşemê li Kiyêvê kom dibin di hewildanekê de jibo gotûbêjkirina bidawîanîna kêşebariya wan ya giran li ser gaza xwezayî.

Rûsya gefe kiriye ku şandina gaza xwe bo Ukrayna roja Duşemê rawestîne eger Kiyêv pereyên kevin nede kompanyaya Gazprom ya hikûmeta Rûsyayê.

Piştî gotûbêjên bi serkêşiya Yekîtiya Ewropayê li Brûkselê ku biserkenetin, Rûsya hişyarî da Ukrayna li hember redkirina pêşniyareke Mosko ku nirxê gaza Kiyêv dide bi rêjeya 20 ji sedî were kêmkirin.

Ukrayna dibêje ew dixwaze hîn ev nirx were kêmkirin.

Ukrayna herwiha wekî navbeynkar kar dike jibo gihandina dora 15 ji sedî ji gazê bo Ewropayê. Rawestandina gazê bo Ukrayna dikare bandorê li gihandina wê bo beşên din yên Ewropayê bike.
XS
SM
MD
LG