Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Dadmendiyê jibo Vecdîn Avcilê li1994'an Hatibû Kuştin


Families of Kurdish victims
Families of Kurdish victims
Welatiyên Kurd yên ku li salên 1990’an xizmên wan ji aliyê hêzên dewleta Tirkiyê ve hatine revandin û kuştin, ev bêhtirî 20 salan e li edaletê digerin.

Li gelek bajarên Tirkîyê û Kurdan xizmên winda û qurbaniyan, hem daxwaza dîtina hestiyên windayan dikin hem jî doza adaletê li karbidestan dikin.

Vecdîn Avcil’ê bavê 5 zarokan, yek ji qurbaniyên wan salan e. Ew li Dêrika bajarê Mêrdînê gundê Çildizê 12’ê Hezîran a 1994’an ji aliyê yekîneyeke leşkerên Tirkiyê ve hatibû binçav kirin û piştre aqûbeta wî nediyar mabû.

Doza dadgehê ya li ser berpirsê revandin û kuştina Vecdin Avcil, serbazê leşkerî Musa Çitil, demek berê bêyî ti cezayekî bistîne hate rakirin.

Malbata Vecdîn Avcil ji biryara dadgehê nerazî ye û daxwaza edaletê dike ku endamên malbatê beşdarî çalakî û daxuyanîyan dibin, da ku dengê xwe bilind bikin.

Behçet Avcilê ku birayê Vecdin Avcil e ji Dengê Amerîka re behsa revandina birayê xwe dike û doza dadê dike.

Behçet Avcil dide zanîn, her ku 13 dosyayên tawanê li ser fermandar Musa Çitil hebûn jî dadgehê ew dosyay betal kirine û ew wekî qehreman nîşan daye.

Hêjayî gotinê ye, malbata Vecdin Avcil xwe amade dike ku serî li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) bide û têkoşîna jibo pêkanîna edalatê bidomîne.
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:50 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG