Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Amade ye li ser Maytikirnê di Îraqê de Digel Îranê Hevkariyê Bike


Amerika dibêje amade ye digel Îranê hevkariyê bike bo rêkgirtinê li pêşveçûna mîlîtanên Sunnî li Îraq, ku yê gefan li hikûmeta Îraqê dikin.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro got ku nedûre hevkariyek leşkerî digel Îranê bê kirin wek çareyek bo hevgirtina Îraqê. Çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraqê û Şamê li heftiya derbazbûyî çend bajarên bakura Îraq control kir û yê nêzîkî Bexda dibin.

Amerîka û Îran eve pitire ji 30 salan ku têkelîyên dîplmatîk nine. Amerîka û hevpeymanên wê yên Rojava digel Tehranê li ser bernama wê ya navokî birijdî yê danûstandinan diki. Lê Kerry gote tora peyamên Yahoo News ku Amerîka amade ye bo her piroseka avaker bo bi dawî anîna tûndûjîyan li Îraqê û rêgiritin li hêzên terrorist yên biyanî ku yê welat yê heldweşînin.
XS
SM
MD
LG