Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fîlmê Dayikên Şemî’yê bi Beşdariya Dayikên Aştîyê Hate Pêşandan


Film
Fîlmê Bêdeng yê bi navê ‘Cumartesi’ anku Şemî ku li ser bendewarî û nobedariya bi salan ya Dayikên Şemîyê ye, bi amadebûna Dayikên Aştîyê hate pêşandan.
Fîlmê derhênerê ciwan Ahmet Akman, li Stenbolê bi bernameyeke taybet ya li ser Dayikên Aştîyê û Dayikên Şemîyê roja Yekşemê bi şev hate pêşandan.
Fîlm 25 çirke ye û bêyî dîyalogên dengî, li ser dayikeke ku bendewariya kurê xwe yê piştre tê winda kirin radiweste.


Dayika Aştiyê Guler Bugday, li bernameyê bal kişand ser bi hezaran dayikên Kurd ku di maweya 30 salan de zarokên wan hatine winda kirin û kuştin.
Wê xwest, êdî êşa dayikan bi dawî bibe û aştî li nav civakê pêk were.
Derhêner Ahmet Akman jî piştî pêşandanê sedema çêkirina vî fîlmê xwe ji Dengê Amerîka re şîrove kir.
Film director
Film director

Wî da zanîn, Dayikên Şemiyê bêhtirî 20 sal in her hetfe jibo şopa zarokên xwe bizava rûniştinê pêk tînin ku vê yekê pir bala wî kişandiye.
Derhênerê Kurd dîyar dike, ev fîlmê wî yê yekemîn e, ku derfet hebin dixwaze li ser babetên din yên civakê fîlman çêbike.



please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:11 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG