Desthilatdarên bajarê Stenbolê li Tirkiyê wêrankirina deverekê ragihandine ku tê de bi hezaran xaniyên xelkê hene, jiber ku hikûmet dibêje ev xanî ne ewle ne.
Taxa Okmeydani ya Stenbolê qada xwepêşandinên dijî hikûmetê ye, gelek dîwarên wê bi nivîsên dijî Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan hatine nixumandin. Herwiha navên kesên ku li ser destê hêzên ewlekariyê hatine kuştin, li wir nivîsandî ne.
Lê rûniştvan nuha rastî gefeyeke nû tên. AK Partî ya desthilatdar ew dever wekî rîsk li dema erdhejan daye zanîn û ferman daye ku avahî li wir werin wêrankirin.
Xwepêşandinên berfireh yên sala bûrî bi planekê jibo guhertina Gezi Parkê derketin holê. Nuha jî ku biryar e malên Eleviyan werin roxandin, dibe ku meydana şer ya bê li Tirkiyê bibe taxa Okmeydani.
Bêtir agahî di vê raporta nûçegihanê Amerîka li Stenbolê Dorian Jones ku Sîrwan Qiçço pêşkêş dike.