Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koçberên Kurd Dixwazin Astengên Pêşiya Vegerê Werin Rakirin


Bi milyonan Kurdên ku di salên 1990’î de, bi hinceta şer ji neçarî koçberî bajarên Tirkîyê bûne dixwazin vegerin gundên xwe.

Çend sazî û dezgehên sivîl yên li Tirkîyê, bi navê Platforma Şopandina Koçê her sal di salvegera pesendkirina qanûna koçberiya neçarî ya Tirkîyê de ku li sala 1934’an hatiye pesend kirin çalakiyan lidar dixin.

Platforma Şopandina Koçê, rojên 14 û 20’ê meha 6’an wekî hefteya koçberan pêşwazî dike ku balê dikişîne ser rewşa hemwelatiyên ji neçarî gund û bajarên xwe berdane.
Di daxuyanîya ku hatiye belav kirin de tê gotin, divê dewlet hemû şert û mercan jibo vegera koçberan amade bike.

Platformê kiryarên salên 90’î ku bi koçberkirina bi milyonan Kurdan encam daye, wekî binpêkirina pîvanên Peymana Mafê Mirovan ya Navnetewî nirxand û ev bi sûcekî dijî mirovahiyê pênase kir.

Jibo çareseriya pirsê jî tê destîşan kirin, ew hêvî dikin pêvajoya çareseriyê bigihîje encamê û rêya vegerê li koçberan vebe.

Berpirsê Platforma Koçê ya Herêma Marmara Cuma Baran, ji Dengê Amerîka re da xuya kirin, “Heke astengên li pêş wan rabin, xelkê me yê koçberî metropolan bûye dixwaze vegere cih û warên xwe.”
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:28 0:00
Direct link


Cuma Baran xwest ku zirar û ziyanên koçberan werin tesbît kirin û bi bîr xist, hikûmeta Tirkîyê heta niha jî pirsa koçberan çareser nekiriye.
XS
SM
MD
LG