Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelo Dê Okmeydani Bibe Gezi Park ya Duyê?


Beşek ji xwepêşandinên Alevîyan li Stenbolê.
Beşek ji xwepêşandinên Alevîyan li Stenbolê.
Desthilatdarên bajarê Stenbolê li Tirkîyê wêrankirina deverekê ragihandine ku tê de bi hezaran xanîyên xelkê hene, jiber ku hikûmet dibêje ev xanî ne ewle ne.

Taxa Okmeydani ya Stenbolê qada xwepêşandinên dijî hikûmetê ye, gelek dîwarên wê bi nivîsên dijî Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan hatine nixumandin. Herwiha navên kesên ku li ser destê hêzên ewlekarîyê hatine kuştin, li wir nivîsandî ne.

Lê rûniştvan nuha rastî gefeyeke nû tên. AK Partî ya desthilatdar ew dever wekî rîsk li dema erdhejan daye zanîn û ferman daye ku avahî li wir werin wêrankirin.

Xwepêşandinên berfireh yên sala bûrî bi planekê jibo guhertina Gezi Parkê derketin holê. Nuha jî ku biryar e malên Alevîyan werin roxandin, dibe ku meydana şer ya bê li Tirkîyê bibe taxa Okmeydani.

Bêtir agahî di vê raporta nûçegihanê Amerîka li Stenbolê Dorian Jones ku Sîrwan Qiçço pêşkêş dike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG