Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Êrîşî Rafînerîya Serekî ya Îraqê Dike


Rafînerîya Baiji
Mîlîtanên Sunnî êrîş bir ser rafînerîya serekî ya Îraqê û di encamê de zîyaneke mezin li wê kargehê qewimî.

Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAIŞ) bi êrîşa dawî herêmên bin kontrola xwe li seranser bakurê Îraqê jî firehtir dike.

Mîlîtanên DAIŞ îro Çarşemê bi hêzên ewlekarî yên Îraqê li Baiji ketin pevçûnan ku li ortê Bexda û Musil dimîne.

DAIŞ hefteya çûyî kontrola bajarê Musilê xistibû destê xwe. Serokwzîrê Îraqê Nurî el Malikî di axaftina televîzyonê de gotibû ku ewê bi pêgirî şerê terorîzmê bikin
XS
SM
MD
LG