Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Ukrayna Pêşnîyara Agirbestekê Dike


Ukrain
Serokê Ukrayna Petro Poroshenko, wekî beşek ji plana aştîyê, li rojhilata Ukrayna pêşnîyara agirbesteke yekalî dike ku dawî li alozîya heyî bîne.

Ajansên dengûbasên Rûsî îro Çarşemê ji zarê birêz Poroshenko radigihînin ku agirbest wê derfet bide serhildayan ku çekên xwe berdin.

Rêzdar Poroshenko herwiha gotiye, bi xêra wê agirbestê serhildayên ku dixwazin herin dervayê welat jî dikarin ji Ukrayna derkevin.

Şîroveyên Poroshenko rojekê piştî axaftina wî ya telefonî, ligel Serokê Rûsya Vladimir Putîn hatin ku her du rêber pêkanîna agirbesteke gotûbêj kiribûn.

Ew cara duyê bû ku Poroshenko û Putîn bi eçkereyî ligel hev dipeyîvin, piştî ku Rûsya nîvgrava Kirim di meha Adarê de xistibû nav axa xwe.

Serhildayên cudaxwaz yên alîgirên Rûsya ji meha Adarê vir ve li rojhilata Ukrayna serî li dijî hikûmeta wî welatî rakiribûn.

Dû re Moskow jî gaza xwezayî ku diçû Ukrayna qût kiribû, bi sedema ku Kîev denynê xwe nedaye.
XS
SM
MD
LG