Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hoşyar Zêbarî: DAÎŞ jibo Îraqê Gefa Herî Mezin e


یک صحنه از تخریبات زلزلۀ روز دوشنبه در ولایت تخار
یک صحنه از تخریبات زلزلۀ روز دوشنبه در ولایت تخار
Wezîrê Derve yî Îraqê Hoşyar Zêbarî di hevpeyvîna hevkarê me Balen Salih de got, kiryarên DAÎŞ yên vê dawîyê, jibo Îraqê gefa herî mezin e.

Zêbarî got, terorîzm ne tenê gefeke ser Îraqê û cîranên wê ye, ew herwiha jibo Amerîka jî gefeke mezin e.

Ew daxwaz ji Amerîka kir ku di vê rewşa dijwar de alîkarîya Îraqê bike. Wî dîyar kir ku piranîya rêberên Îraqê dixwazin Amerîka dijî Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) alîkarîya wan bike, ne Îrana cîran.

Washington dîyar dike ku şandina leçkerên Amerîkî ne di rojeva wê de ye, lê Serok Obama ferman da 275 personelên leşkerî ku alîkarîya parastina Balyozxaneya Amerîkî ya li Bexda bikin.
XS
SM
MD
LG